Wezîrê Darayî yê Tirkîyê Nureddîn Nebatî îro Înê ser hişyarîya Wezareta Xezîne ya Amerîka ya jibo karsazên Tirk red kir û wek bê wate bi nav kir.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîka bi nameyeke Rexistina Karsazên Tirk (TUSIAD) hişyar kiribû ku ger kompanîyên Tirk bi şîrketên Rûsî yên tolekirî re bazirganîyê bikin, xeterîya tolekirina wan jî heye.
Nebatî îro bang li karsazên Tirk kir ku girîngî nedin daxuyanîya Amerîkî.
"Nameya ku ji komên karsazên Tirk re hatiye şandin, ku li derdorên karsazan de fîkaran çêdike, bê wate ye. Em kêfxweş in ku hevbend û hevkara me ya bazirganî Amerîka bang li karsazên xwe dike ku bala xwe bidin aborîya me."
Tirkîye, ku endama NATO ye, bi rexnekirina êrîşa Rûsya û şandina çekan bo Ukrayna hewl dide ku di navbera Moskow û Kîevê de hevsengîyê ava bike.
Lê, Tirkîye hevdem guh nade toleyên Rojavayî yên ser Rûsya û bi wî welatî re bazirganî, turîzm û projeyên berhemkarîyê didomîne.
Hin kompanîyên Tirk mal û milkên kompanîyên Rojavayî yên li Rûsya, ku ji wê dewletê vedikişin, dikirin yan jî dixwazin bikirin.
Hin kompanîyên Tirk jî hîn jî li Rûsya hebûnên xwe diparêzin û karên xwe didomînîn.
Wezareta Xezîne ya Amerîka vê mehê hem rêxistina herê mezin ya karsazîya li Tirkîyê, TUSIAD û hem jî wezareta darayî ya welêt hişyar kir ku kompanî û kesên Rûsî hewil didin ku Tirkiyê bo rizgarbûna ji toleyên Rojavayî bixebitînin.
Wezîr Nebatî anî ziman ku Tirkîye yek ji navendên herî girîng ya sîyasî û aborî ya cîhanê ye.
Wî got ku divê karsazên Tirkîye her dem bi hêza dewleta Tirk bi xwe re hîs bike.
Nebatî bi berdewamî bêyî ku navê Rûsya bide, biryardarîya Tirkîyê ya pêşxistina peywendiyan bi welatên cîran re anî ziman.
"Em bi biryar in ku têkilîyên xwe yên aborî û bazirganî bi cîranên xwe re baştir bikin û taybetî di warê turîzmê de wiha bikin ku nebin mijara toleyan. Hemî aktorên aborîya Tirkîyê bi prensîbên bazara azad ve girêdayî ne û bo destxistina pareke mezin ya bazirganîya cîhanî dixebitin."
Tirkîye ku bi Rûsya û Ukrayna re xwedî têkiliyên nêz û sînorên Behra Reş e dibêje ku bandorkirina toleyên Rûsya wê zararê bide aborîya wê ya jixwe di rewşeke ne baş de ye û îda dike ku ew bo navbeynkarîya di navbera Moskow û Kievê dixebite.