Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Dîrektora Amnesty û 5 Aktîvîstên Din Girtin


Dîrektora Amnesty ya Tirkîyê Îdîl Eser
Dîrektora Amnesty ya Tirkîyê Îdîl Eser

Ji 10 aktîvîstên mafên mirovan yên ku di 5'ê Tîrmehê de li Buyukada ya Stenbolê hatibûn desteser kirin 6, hatin girtin.

Di nav girtîyan de Dîrektora Tirkîyê yê Lêxweşbûna Navneteweyî (International Amnesty) Îdîl Eser, hemwelatîyên Almanya û Swêdê hene.

Dadgehê bo 4 aktîvîstên hatin berdan jî, qedexeya derketina derveyî Tirkîyê da.

Lêkolînerê Amnesty'ê yê Tirkîyê Andrew Gardner, li ser Twitter'ê bo girtina 6 aktîvîst dîyar kir ku dadgehê skandalek pêk anîye.

Andrew da zanîn ku aktîvîst bi awayekî çewt hatine tawanbar kirin û bo girtina wan ti mantiq û delîl tune ne.

XS
SM
MD
LG