Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Û Putin Beşdarî Merasîma Vekirina Êstgeha Atomî Dibin


 Vladimir Putin û Recep Tayyip Erdogan
Vladimir Putin û Recep Tayyip Erdogan

Mersîn, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û hevtayê wî yê Rûs Vladimir Putin Çarşemê beşdarî merasîma vekirina reaktora sêyemîn ya yekemîn bingeha atomî dibin li herêma Mersinê.

Bi rêya onlayn û hevdîtina videyokonferans herdu serok dê beşdariyê di mersîma vekirin û danîna kevrê bingehîn yê yekemîn êstgeha atomî bikîn li Tirkiyê, tê çaverê kirin ku gelek berpirs ji herdu dewletan beşdarî merasîmê bibin.

Serokkomarê Tirkiyê di hesaba xwe ya twîterê de bi zimanê Tirkî weşand û dibêje "Em têkilyeke rasterast di gel serokê Rûsya Valadimir Putin danîn jibo mwerasîma ahenggêrana vekirina yekeya siyan ya êstgeha Akkuyu ya atomî."

Navneda atomî ya enerjiyê ya Akkuyu NPP li herêma Mersîn ya başûrê Tirkiyê ye, di sala 2010ê de herdu welatan peymanek îmza kirbûn jibo ku êstgeheke atomî ya pêkhatî ji 4 reaktoran damezrînîn û sala 2023ê li bîranîna damezrandina Komara Tirkiyê êstgeha atomî temam bibe.

XS
SM
MD
LG