Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye di 18'ê Tîrmehê de Rewşa Awarte bi Dawî Dike


Cîgirê Serokê Koma Dad û Pêşveçûnê (AKP) Mustafa Elîtaş dîyar kir ku Rewşa Awarte (OHAL) dê di 18’ê Tîrmehê de bi dawî bibe.

Hikûmeta Tirkîyê, di Tîrmeha 2016’an de piştî hewildana darbeyê Rewşa Awarte ragihandibû û heta niha 7 car dirêj kiribû.

Di Rewşa Awarte de, bi 31 Biryarnameya Desthilata Qanûnê (KHK) bi qasî 110,000 kes ji kar hatin derxistin û bi sedan malper, rojname hatin girtin.

Elîtaş ser îdiayên hilbijartinên herêmî yên pêşwext da zanîn ku di rojeva wan de tiştekî wisa tune, lê bo hilbijartinê divê AKP, Partîya Gel ya Komarî (CHP) û Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) li hev bikin.

XS
SM
MD
LG