Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim dîyar kir ku Rewşa Awarte (OHAL), ku Tîrmeha 2016’an de piştî hewildana darbeya hatibû ragihandin, dê roja Duşemê bi dawî bibe.
Yildirim da zanîn ku ew dê sibê Înê jî biryarnameya dawî biweşînin.
‘’Bi hin sererastkirinên dawî, em dixwazin rê li ber qelsbûna têkoşîna dijî terorê ya piştî bidawîbûna Rewşa Awarte bigirin’’ Yildirim got.
Cîgirê Serokê Koma Dad û Pêşveçûnê (AKP) Mustafa Elîtaş jî berê dabû zanîn ku ji gotinên Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan tê fehm kirin ku Rewşa Awarte di 18’ê Tîrmehê de bi dawî dibe.