Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu îro Sêşemê dê serdana Azerbaycanê bike.
Ji destpêka pevçûnên Azerbaycan û Ermenistanê vir ve, cara pêşî karbidestekî payabilind yê Tirkîyê here Baku ya paytexta Azerbaycanê.
Wezareta Derve ya Tirkîyê ragihand ku Çavuşoglu dê bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev û hevtayê xwe Ceyhun Bayramov re bicive.
Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg do Duşemê serdana Tirkîyê kiribû û bi serokomarê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan û Çavuşoglu re peyivîbû.
AFP’ê dîyar kiribû ku Stoltenberg bal kişandiye bandora Tirkîyê û xwestiye ku ew dewlet wê bandorê bo bidawîkirina girjîya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de bikar bîne.