Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Tirk Belavokên ku ji Hêzên PKK Radestkirinê Dixwaze Direşîne


Nûmunekeyeke ji belavokên artêşa Tirk ku bi dronan direşîne 1
Nûmunekeyeke ji belavokên artêşa Tirk ku bi dronan direşîne 1

Hêzên Tirkîye ev demeke bi rêya dronan belavokan li heremên cuda cuda belav dikin û di belavokan tê xwestin ku gerîlayên PKK çekên xwe daynîn û xwe radestî wan bikin.

Di belavokên artêşa Tirk de radest kirina gerîlayen PKK tê kirin ku beryan niha ev çende li deverên Berwarî û Şeladizê tat kirin lê niha xwe nêzî gund û bajêran kirine.

Hejmareke bilind ya ev belavokên Tirkîye di nav rez û bîstanên li nahya Bamernê û Mangêşkê ji hêla dronan ve hatine avêtin, ku Mangêşkê 20 km ji navenda Duhokê dûre.

Ev yek, ser şênîya li van hereman bûye sedema metirsîyê, bi taybet piştî bûyera teqîna otomobîleke bombebarkirî li navçeya Bamernê ku 2 zarok jiyana xwe ji dest dabûn.

Rûniştvanên heremê dibêjin ku jiber berdewamîya bombebarana Tirkîyê ya dijî hebûna çekdarên PKK'ê li van deveran, ti cihekî bi aramîyeke tam nemaye.

Nûmunekeyeke ji belavokên artêşa Tirk ku bi dronan direşîne
Nûmunekeyeke ji belavokên artêşa Tirk ku bi dronan direşîne

Yek ji cotkarên ku di nava rezê xwe de hejmarek ji van belavokan dîtiye ji Dengê Amerîka re behsa tirsa xwe û berdewamîya bombebarankirina Tirkîyê dike.

Hejayê gotinê ye ku piştî operasyona ku Tirkîyê di 17 Nîsanê de ser Avaşin, Zabê, Kore jarî, Linkî û gelîyê Balinda da destpê kirin li herema Şêladizê bingehên leşkerî yên Tirkîyê bi rengekî berbiçav zede bûne.

Hem jiber ev belavokan û hem jî zedebûna bingehên leşkerî yên Tirk cihê metrsîya tevahîya xelkê herema Kurdistanêye.

Gelîyê Balinda ya girêdayê Şêladizê cihekî geştiyarîyê ye û gelek serdanên geştiyariyê yên rojanetêne kirin lê, piştî operasyona meha Nîsanê kes nikare ji Gelîyê derbaz bibe.


Xala dawî ya hêzen hik û meta herema Kurdistanê li ser pira Balindaye û ji vê xalê wir ve kes nikare derbazî Gelîyê bibe.

Hejayê destnîşankirinê ye ku di nava axa herema Kurdistanê de niha 26 bingehên leşkerî yên Tirkîyê hene.

Bingeheke serekî ya li Beşîqa ya ser parezgeha Mûsilê di doh Înê 10'î bi 2 mûşekan hat êrîş kirin.

Li gor zanyarîyan di vê êrîşa mûşekî de ti zararên giyanî çênebûye û ew bingeh çen car berê jî hatibû êrîş kirin ku û zararên giyanî pêk hatibûn.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

Artêşa Tirk bi Dronan Belavokên ku ji Hêzên PKK Radestkirinê Dixwaze Direşîne
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:56 0:00
XS
SM
MD
LG