Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Parlamana Tirkîyê: Divê Hemî Partî Ser Qanûna Bingehîn ya Nû Danûstandinê Bikin


Mustafa Şentop
Mustafa Şentop

Serokê Parlamana Tirkîyê Mustafa Şentop ser rojeva bo qanûna bingehîn nû axifî.

Şentop di weşaneke zindî de dîyar kir ku ew dixwazin ku hemî partîyên li meclîsê ser qanûna bingehîn ya nû danûstandinê bikin.

Wî da zanîn ku gotûbêjên ser qanûna bingehîn ya nû jiber gelek nîqaşên li Tirkîyê girîng e û banga ser qanûna nû heyecan çêkiriye.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan pêr Duşemê dîyar kiribû ku dibe ku ew ser bernivîsa qanûna nû ya bingehîn bixebitin.

Rêxistinên mafên mirovan û hevalbendên Tirkîyê, hikûmeta Erdogan jiber binpêkirina mafên mirovan û birîna dengê opozîsyonê tawanbar dikin.

XS
SM
MD
LG