Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Careke Din Bang li Tirkîyê Dike ku Brunson Berde


Rêvebirîya Amerîka careke din bang li Tirkîyê kir ku qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson, ku ji Cotmeha 2016’an vir ve li Tirkîyê girtî ye, berde.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert, di brîfînga rojane de, li ser pirsa ‘’Li gor hin nûçeyên belav bûne dibe ku Brunson di Cotmehê de were berdan, ti agahîya we li ser vê mijarê heye?’’ got ku ew nikare nûçeyê piştrast bike, lê divê Brunson were berdan.

‘’Bêguman em dixwazin ku Brunson niha li mala xwe be. Gerek ew ji zû de bihata berdan’’ Nauert got.

Nauert bi bîr xist ku dê di 12’ê Cotmehê de rûniştina nû ya Brunson pêk were û da zanîn ku herî dawî, bi qasî deh rojên berê karbidestên balyozxaneyê bi Brunson re hevdîtin pêk anîne.

Nauert da zanîn ku divê pirsên berfirehtir yên derbarê Brunson ji parêzerê wî were pirsîn.

XS
SM
MD
LG