Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Pêketînên ji COVID-19 Giheşt Asta Herî Zêde ya 5 Mehên Dawî


Dîmeneke ji pêyvajoya vîrusa korona ya li Tirkîyê (Arşîv)
Dîmeneke ji pêyvajoya vîrusa korona ya li Tirkîyê (Arşîv)

Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê îro Çarşemê ragihand ku di 24 saetên dawî de 108 hezar û 563 kes bi nexweşîya vîrusa korona ya COVID-19 ketine.

Ev hejmara bûyerên nû yên COVID-19 asta herî bilind ya rojane ya di nêzî pênc mehan ya li Tirkîyê ye.

Hevdem, Wezaretê ragihand ku 266 kes jiber COVID-19 mirine û 88 hezar û 647 kes jî baş bûne.

Ev jimara mirîyan ya îro hatiye ragihandin ji hejmara 276'an ya ku di 14' ê Îlonê de hatibû d îyar kirin vir ve, ya herî bilind e.

Di dawîya Berfanbarê de, bûyerên rojane li dora 20.000 rawestîyan lê ji hingê ve jiber cureya Omicron ya pir veguhezbar ya vîrusa korona bûyer jinûve zêde dibin.

Hejmara bûyerên rojane yên nû roja Înîya borî bi 111.157 pêketinan gehîşt astekî rekorê.

Wezîrê Saxlemîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca di peyama xwe da wiha got:

"Li bajarên ku Omicron pêşî lê bandor kiriye û belav bûye di hejmara nexweşan de kêmbûneke cidî heye. Tê pêşbînî kirin ku li bajarên me yên din jî rewş bi heman awayî bimeşe. Herwiha, kal û pîr û kesên bi nexweşîyên kronîk yên ku nexweşîyên wan girantir bandor dikin. Çareserî tedbîr û vaksînlêdan e."

XS
SM
MD
LG