Lînkên eksesibilîtî

Tirkîye 12 Aktîvîstên Mafên Mirovan Desteser Dike


Reuters’ê ragihand ku Tirkîyê, îro Pêncşemê 12 aktîvîstên mafên mirovan desteser kirine.

Aktîvîst li Buyukada ya Stenbolê jibo bernameya ‘’parastina aktîvîstên mafên mirovan’’ kom bûbûn.

Di nav aktîvîstên hatine desteserkirin de endamên Lêxweşbûna Navneteweyî (International Amnesty) jî hene.

Karbidestên Komelaya Mafên Mirovan (İHD) da zanîn ku desteserkirina aktîvîstan ‘’kêfî’’ ye û polîs nahêle ku ew bi parêzer û malbatên xwe re biaxifin.

Sekreterê Giştî yê Amnesty Salil Shetty dîyar kir ku di nav kesên hatine desteserkirin de, dîrektorê wan yê Tirkîyê jî heye.

Shetty got aktîvîst bê ku sedem hebin hatine desteser kirin û jiber vê jî ew li dijî Tirkîyê pir bi hêrs bûne.

Piştî hewila darbeyê ya ku di Tîrmeha 2016’an de pêk hat, hikûmeta Tirkîyê zêdetirî 50,000 kes girt û 150,000 kes jî yan ji kar derxist yan jî ji kar dûr xist.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG