Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu îro Pêncşemê da zanîn ku hêzên wan li Duhokê ti êrîşa dijî sîvîlan li dar nexistiye.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê do Çarşemê dabû zanîn ku di êrîşeke li herêma çiyayî ya Duhokê de 8 kes hatine kuştin û 23 kesên din jî birîndar bûne.
Çavuşoglu got ku ser wê êrîşê tawanbarkirina Tirkîyê feqek e û da zanîn ku divê karbidestên Îraqî nekevin wê kemînê.
Wî dîyar kir ku hêzên Tirkîyê li Îraqê tim dijî Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) êrîşan li dar dixin û da zanîn ku êrîşa li Duhokê terorîstan li dar xistiye.
Wezîrê Tirkîyê got ku PKK dixwaze bi nûçeyên îdia dikin ku êrîş Tirkîyê li dar xistiye, zararê bide têkoşîna dijî terorê ya Enqerê.
Tirkîye Dibêje Wê li Duhokê Ti Êrîşa Dijî Sîvîlan Nekiriye
