Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Enflasyona Fermî ji sedî 61'ê Derbaz Bûye


Bazara Dîkmenê ya li Enqere,Tirkîye
Bazara Dîkmenê ya li Enqere,Tirkîye

Sazîya Statîskîka Tirkîyê (TUÎK), rêjeyên enflasyonê ya meha Adarê eşkere kir.
Buhayên berxweran (TUFE) di meha Adarê de ji sedî 5.46 zêde bûye.

Enflasyona salane jî bûye ji sedî 61.14, ya ku rêjeya herî bilind ya 20 salên dawîye ye.

Li gorî daneyên TUÎK’ê di nîvîkirina 12 mehan de buhayên berxwerî sedan 29.88, buhayên hilberînerî jî, ji sedî 64.30 bilind bûne.

Di meha Adarê de berhema ku buhaya wî herî zêde bilind bûye; ji sedî 31.67'an motorîn e, lê yên ku herî zêde daketîye jî bi ji sedî 23.26 kundir e.

Li gorî daneyên TUÎK’ê di piştî zêdebûna motorînê herî pir; bi ji sedî 24.41 benzin, ji sedî 23.47 komir, ji sedî 20.56 pîvaz bilind bûne.

Di meha Adarê de di nav berhemên ku buhayên wan bi rengekî berbiçav bilind bûne wiha ne: ji sedî 20.01 buhayên bilêtên otobûs, ji sedî 17.51 xasê xurpûşkî, ji sedî 17.10 kelemê sipî, ji sedî 16.36 porteqal, ji sedî 15.54 kifkarik, ji sedî 14.95 goştê berxikê, ji sedî 14.88 jî goştê mirîşkê.

Bazara Ulusê ya li Enqere
Bazara Ulusê ya li Enqere

Ev pêzanînên TUÎK’ê yekser bandora xwe li ser bazara Tirkîyê dide.
Bi sedema bilindbûna enflasyonê firoşkar bûne û ew jiber kêm firotinê gilî dikin; hevdem kiryar jî ljiber bilindbûna buhayan gazincê xwe dîyar dikin.

Desthilatdarîya Tirkîyê vê bilindbûna enflasyonê bi geşedanên cîhanê ve girê dide û dibêje ku li tevahîya cîhanê buhayên her tiştî zêde dibe.

Lê, opozîsyona Tirkîyê dijî vê nêrînê derdikeve û bilindbûna enflasyonê bi xirab rêvebirina desthilatdarîyê ve dibestîne.

Li gorî Serokê Giştî yê Partîya DEVA’yê Alî Babacan, rejeyên enflasyonê ku TUÎK’ê eşkere kirîye ne rast in.

Babacan dibêje ku TUÎK li gor daxwazên desthilatdarîyê rêjeyên enflasyonê kêm nîşan dide.

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar jî duh Sêşemê di civîna koma meclîsê ya HDP’ê de axifî û bilindbûna enflasyonê rexne kir.

Sancar ragihand ku her çiqas her çiqas bi êjeyên enflasyonê bileyze jî , lê dîsa rêjeyên ku hatine dîyarkirin gelek bilindin.

“Ti tiştek ne xema desthilatdarîyê de ye. Gel xizan ketîye, gel belengaz bûye, gel birçî maye desthilatdarî ti bi tiştekê re eleqeder nabe. TUÎK her çiqas rasteqînê veşêre jî, lê disa nikarin ku ser rasteqînê bigrin,” Sancar got.

Hun dikarin li ser lînka jêrîn tevahîya raportê guhdar bikin

Li Tirkîyê Enflasyona Fermî ji sedî 61'ê Derbaz Bûye
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:49 0:00
XS
SM
MD
LG