Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Enflasyona Fermî Giheştîye Asta Herî Bilind ya 26 Salan


Dîmenek ji bazareke Enqerê ya paytexta Tirkîyê
Dîmenek ji bazareke Enqerê ya paytexta Tirkîyê

Sazîya Statîstîkê ya Tirkîyê (TUÎK) bi daxuyanîyeke nivîskî rêjeya enflosyana meha Tîrmehê wek % 79.60 dîyar kir .

TUÎKragihand ku Endeksa Buhayê Kirinê ya Kiryaran (TUFE) jî di Tirmehê de ji % 2.37 zêde bûye.

Li gor jimarên TUÎK’ê li Tirkîyê jî 1998’an vir ve enflasyona asta herî bilind di Tîrmeha 2022’an de pêk hatiye.

TUÎK ragihand ku herî pir zêdebûna buhayan bi % 18.66 di dermanan de çêbûye.

Li gor TUÎK’ê buhayên pirtûkan % 10.54, yên bilêtên otobusan % 9.08, yên xwarinan % 7.91, yên keskatîyê % 8.49 û yên kartolan jî % 9.29 bilind bûne.

Li gor pêzanînên TUÎK’ê bilindbûnên herî kêm bi % 25 di warê ragihandinê û bi % 26 jî di warê perwerdê de hatine dîtin.

Piştre, bi % 6.25 qoştê mirîşkan, bi ji sedî 2 kincên zarokan û bi % 1.22 jî cewher herî kêm buha bûne.

Aborîzan dibêjin ku bawerîya gelemperîya gel, jiber giranbûna buhayên rojane ku ew rûbirûne, ser pêzanînên ku TUÎK radigihîne tuneye.

Dîmeneke ji bazarekî Enqere ya paytexta Tirkîyê
Dîmeneke ji bazarekî Enqere ya paytexta Tirkîyê

Li kolan û bazaran gel buhayên tiştan ku ew dikirin û pêzanînên TUÎK’ê wekhev nabînin.

Pêzanînên Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) ku ji aborîzan û akademîsyenan ve pêk tê, heman xalê dîyar dike.

ENAG enflasyona Tirkîyê ya ser bingeha salene wek % 176 ragihand ku ew jî kêm zêde % 97 ji ya TUÎK’ê cuda ye.

Piştî ku TUÎK’ê hejmarên meha Tîrmehê eşkere kir, gelek akademîsyen û aborîzanan ser medya civakî bertêk nîşanê sazîyê dan û rexne kirin.

Serokê Bankaya Navendî yê berê Hakan Kara li ser hesabê xwe yê medya civakî nêrînên xwe wiha dîyar kir:

“TUÎK û Odeya Bazirganîya Stenbolê (ÎTO) pir caran nêzî hev kar dikin. Lê, di navbera rêjeyên ÎTO û TUÎK’ê de ji sedî 19.5 ferk heye. Ev jî gelek balkêş e.”

Opozîsyona Tirkîyê jî hemberî rêjeya enflasyonê ku TUÎK’ê ragihand bertêk nîşan da.

Berdevikê CHP’ê Faîk Oztirak TUÎK wek berdevkê desthilata sîyasî bi nav kir û rexne kir.

“Serokê TUÎK’ê berîya ku rêjeyên enflasyonê biweşîne çû Qesra Serokomarîyê. Ev tiştekî geleke balkêş e. Wisa xuya dike ku giheştîye armanca xwe. Divê TUÎK dest ji vê kiryarê berde,” Oztirak got.

Pispor dibejîn ku tevî ku bawerîya piranîya welatîyan ser rêjeyên enflsayonê yên TUÎK’ê nemaye, lê dîsa jî ev jimaran ji alîyê desthilatdarîyê ve wek pêzanînên rastîn û fermî têne pîşkeş kirin.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn gohdar bikin.

Li Tirkîyê Enflasyona Fermî Derketiye Asta Herî Bilind ya 26 Salan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00
XS
SM
MD
LG