Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pisporên Zanista Seismology Li Tirkiyê Hişyarîya Erdhejê Didin


Bajarê Enqerê

Welatê Tirkiyê dikeve ser hêla erdhejê. Li Tirkiyê bi hezaran kes jiyana xwe di erdhejan de winda dikin. Ji ber vê jî pispor radigîhînin ku dê li Tirkiyê di demeke nêzîk de erdhejeke mezin çêbibe û di vî warî de jî hişyarîyê didin rayedarên Tirkiyê.

Piştî damezirandina Tirkiyê yekemîn erdheja mezin di sala 1930 an de li bajarê Colemergê bi tundîya 7.6 çêbibû. Di nav sed salî de li Tirkiyê bi dehan erdhejên mezin pêk hatin.

Li gor pîvanên Rêchter redhejên ku di demên derbazbûyî de pêkhatbşn weha bûn; Erzînganê 7.9, Çaldiran 7.5, Gedîz 7.2, Golcuk 7.4, Duzce 7.2, Wan 7.2 û her wekî din gelek erdhej pêk hatin.

Di nav 20 salên dawî de Nêzîkî 100 hezar kes di erdhejên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran avahî jî wêran bûn.

NECMETTÎN YOKUŞ Endaziyar Û Pisporê Erdhejan
NECMETTÎN YOKUŞ Endaziyar Û Pisporê Erdhejan

Pisporên erdhejê hişyarîya herî mezin niha ji bo bajarê Stenbolê didin û di her polatformê de jî hikûmetê hişyar dikin.

Endazyarê avahîyê û pisporê erdhejê Necmettîn Yokuş li Tirkiyê di erdhejê de dema sedema zêde mirina mirovan û rûxandina avahîya dinîrxîne, di vî warî de rêveberîya Tirkiyê tawanbar dike.

Yokuş vê yekê wiha dîyar dike "Di nav 20 salên dawî de bi hezaran mirov bes di erdhejê de jiyana xwe winda kirin. Mesela, sala 1999 an de di erdheja Marmara’yê de zelzel bû, li ba hev hin avahî hatin rûxandin, lê hin avahî jî wek xwe li ser pîya man. Sedem çîye sedem bêkontrolîye."

Li gorî Yokuş, zagonên Tirkiyê têra xwe nikarin ku bergirîyên erdhejê bigrin. Yokuş deme ser vî disekine wiha dibêje "Di nav sed salî de qanûnên ku hatine derxistin bes li ser rantê ne. Dewlet têra xwe jî bergirîyan nagire. xwediyên Girêbestên avahiyan jî heya ji wan tê dixwazin avahîyan erzan çêkin û bi giran bifroşin. Bê kontrolîya dewletê jî ji wan re derî vedike."

Pisporên erdhejê çaverêne ku erdhejeke mezin li herêma Marmarayê çêbe. Di serî de jî bajarê Stenbolê cîyê herî xetere tête nîşandan. Ji ber vê jî dîsa tê gotin ku zor kes jiber tirsa erdhejek weha ji Stenbolê dûr dikevin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:50 0:00

XS
SM
MD
LG