Îro Şemiyê, li qeza Zaxo otombîlek ji cûrê Pikap ya sivîlan bû armanca firokên Tirkiyê. Kesek ku dema bûyer çîbû li nêzîk bû û xelkê nahiya Derkarê ye, bo Dengê Amrîka da zanîn ku du bira dema dixwestin bi otombîla xwe qesta gund bikin bi armanca sexbîrî û avdana zevî û milkê xwe li deverdariya nahiya Derkarê, demlidest dibînin ku şer û pevçûn di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirk yên li wê herêmê dimînin rû da.
Dema herdu bira weha dibînin, li ser rêya Zaxo vedigerin malê, lê di rêda li ser cada giştî ji aliyê firokên Tirkiyê tên bombebaran kirin.
Şahidê bûyerê da zanîn ku çi ziyanên giyanî çûnebûne tenê ziyan gihaye otombîla wan û cadeya ku bombe pê ketîn.
Her îro Şemiyê firoke û topxana Tirkiyê herêmên sinorî yên sê bajarokên herêma Kurdistana Îraqê bombebaran kirin.
Dewrûberên bajarokê Batîfa li herêma Zaxo herweha Şêladizê û Dêrelokê li herêma Qeza Amêdiyê bo armanca firokên Tirkiyê û çiyayê Lînkî yê li herêma Amêdiyê hat bombebaran kirin.
Ji hejî bîrxistinê ye ku nêzî du mehane Tirkiyê hema hema rojane herêmên sinorî yên bakurê Îraqê di nava sinorên Herêma Kurdistanê de êrîşên esmanî û bi topan wan herêman bi îdîaya ku bingehên gerîlayên PKK li wan herêman dimînin dibin armanca arteşa Tirkiyê.
Tirkiye gileyî ji berpirsên Îraqê û Herêma Kurdistanê hene ku ji Îraqê gerîlayên PKKê êrîşan dibin ser bingehên wan li nav axa Tirkiyê.