Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê: Ji Girtîyan Kes bi Vîrusa Korona Neketiye


Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Abdulhamît Gul dîyar kir ku li girtîgehên Tirkîyê ti nexweşa/ê vîrusa korona tune ye.

Gul da zanîn ku wan li girtîgehan tedbîrên pêwîst wergirtine û got ku ew kelûpelên bo parastinê jî belaş didin girtîyan.

Başak Demîrtaş, xanima Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Berê Selahattîn Demîrtaş ji Twitterê bi vîdeoyekê dîyar kiribû ku girtî û karmendên li girtîgehan di bin rîskên mezin de ne.

Xanim Demîrtaş dabû zanîn ku xebatkarên girtîgehan di sê nobetan de dixebitin û bal kişandibû ku ew her tim bi derve re danûstandinê dikin.

Wê bang li berpirsên hikûmetê kiribû ku cezayên hikûmxwarîyan paş bixin û girtîyên dadgehên wan dewam dikin jî berdin.

XS
SM
MD
LG