Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raportorê Tirkîyê yê Parlamana Ewrupa: Operasyona Dijî Endamên HDP'ê Fikaran Çêdike


Raportorê Tirkîyê yê Parlamana Ewrupa Nacho Sanchez Amor dîyar kir ku ew jiber operasyonên desteserkirinê yên dijî endamên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ketine fikaran.

Nacho Sanchez Amor da zanîn ku karbidestên Tirk biryar dane ku rikeberîyê û ‘’dengên rexnegir’’ biçewisînin.

Wî dîyar ku Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî jiber ‘’bûyerên Kobanê’’ tê tawanbar kirin û bi bîr xist ku Demîrtaş tevî biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa jî di girtîgehê de ye.

Raportorê Tirkîyê bal kişand ser desteserkirina Bajarvanê Qersê Ayhan Bîlgen û da zanîn ku ger li şûna wî qayum were erkdar kirin ewê yek ji ‘’êrîşên din yên dijî îradeya gel’’ be.

Serdozgerîya Komarî ya Enqerê jiber ‘’bûyerên Kobanê’’ yên Cotmeha 2014’an bo 82 kesan, ku piranîya wan endamên HDP’ê ne, biryara desteserkirinê dabû.

Li gor daxuyanîya dawî ya serdozgerîyê ji wan 82 kesan heta niha 20 kes hatine dester kirin.

XS
SM
MD
LG