Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Tirkîyê Didin Zanîn ku li Îdlibê 22 Leşkerên Tirk Hatine Kuştin


Walîyê Hatay ya Tirkîyê Rahmî Dogan dîyar kir ku hêzên rejîma Sûrîyê li Îdlibê 22 leşkerên Tirkîyê kuştine.

Dogan da zanîn ku jimareke leşkeran bîrandar in û ji wan rewşa hinan giran e.

Reutersê ji zarê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn ku li Îdlibê 34 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Dîrektorê SOHR’ê Ramî Abdulrahman dîyar kir ku firokên Sûrîyê li nêzî Seraqip ya Îdlibê êrîş birine ser leşkerên Tirk.

Medya Îspanya jî ji jêderên nêzî Artêşa Sûrîyê ragihand ku di êrîşan de bi kêmî ve 30 leşkerên Tirk hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG