Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye û Îsraîl Asta Têkilîyên Xwe Bilind Dikin û Balyozan Destnîşan Dikin


Alên Îsraîl û Tirkîyê
Alên Îsraîl û Tirkîyê

Tirkîye û Îsraîl îro Çarşemê ragihand ku du welat têkilîyên xwe yên dîplomatîk bi tevahî vedigerinîn asta normal û piştî çar salan wê bi rengekî dualî balyozên xwe jinûve erkdar bikin.

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid îro ragihand ku Tel Aviv û Enqerê biryar dane ku têkilîyên xwe yên dîplomatîk serrast bikin û pêşve bibin.

"Biryar hat dayîn ku asta têkilîyên her du welatan careke din were bilindkirina asta têkilîyên dîplomatîk û balyoz û konsulên giştî werin vegerandin," ofîsa Lapid got.

Hejayî gotinê ye ku ev daxuyanîya piştî axaftina Lapid û serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan hat ragihandin.

"Pêşvebirina têkilîyan wê bibe sedema xurtkirina peywendîyên her du gelan, berfirehkirina têkilîyên aborî, bazirganî û çandî û herwiha bihêzkirina aramîya herêmê," daxuyanîya ofîsa Lapid got.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu jî dîyar kir ku destnîşankirina balyozan yek ji gavên normalkirina têkilîyên her du welatan e.

"Di encama van hewldanan de gaveke wisa erênî ji hêla Îsraîlê ve hat û wek Tirkîye me jî biryar da ku li Tel Avîvê balyozekî bo Îsraîlê destnîşan bikin," Çavusoglu got.

Ev gava di demeke wiha de hat, dema ku Îsraîl hewl dide têkilîyên xwe bi welatên herêmî re baştir bike, piştî du salan ji peymana bi navê Abraham ku bo têkilîyên di navbera Îsraîl, Behreyn, Mîrgehên Yekbûyî yên û Fasê de normalbûnê armanc dike.

Tirkîye jî ji 2020’an vir ve hewl dide ku têkilîyên xwe bi hevrikên xwe yên li heman herêmê re serrast bike; Misir, Îmarat, Îsraîl û Erebistana Saudî.

Pispor dibêjin ku di Tirkîye hewldanên bi Qahîrê re heya niha pêşveçûnek hindik bidest xistiye, lê pêyvajoya normalkirinê bi Riyad û Abu Dhabi re baş dimeşe.

XS
SM
MD
LG