Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirk Biryara Domandina Girtibûna Osman Kavala Da


Osman Kavala
Osman Kavala

Darizandina xêrxwaz û karsazê navdar Osman Kavala îro Înîyê li bajarê Stenbol ya Tirkîyê berdewam kir.

Dadgehê, daxwaza serbestberdana Kavala red kir û biryar da ku girtina wî ya li girtîgehê berdewam bike.

Osman Kavala, ev hezar û 488 roj in bêyî biryara cezakirinê, girtîye.

Doza Kavala, peywendîyên di navbera Enqere û welatên rojavayî zêdetir aloz kir.

Kavala, piştî hewla derba leşkerî ya 15 Tîrmehê 2016'an, di 18'ê Cotmeha 2017'an de bi îdaya “bi zorê ji holê rakirina hikûmeta Tirkîyê” hatibû desteser kirin û girtin.

Doz ji hêla rexistinên mafên mirovan û welatên rojavajî di asta cîhanî de bi tundî tê rexne kirin jiber ku girtina Kavala wek bi armancên sîyasî û her wiha sembola têkbirina opozîsyonê ya di rêvebirîya Serok Tayyîp Erdogan tê nirxandin.

Darizandina Kavala wê di 17'ê Berfenbarê de berdewam bike.


XS
SM
MD
LG