Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Biryarnameyên Nû li Tirkîyê Dema Binçavkirinê Hate Kêm Kirin


Di rojnameya fermî ya dewleta Tirkîyê de do Duşem'ê 4 Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin weşandin û bi wan biryarnameyan, hin kanalên din hatin girtin û bi sedan kes jî ji kar hatin derxistin.

Li Tirkîyê ji hewila derbeyê vir ve Rewşa Awarte (OHAL) didome. Bi biryarnameyên di vê rewşê de hatine derxistin, heta niha bi deh hezaran kes ji kar hatine derxistin û bi sedan rojname, kanal, ajans hatine girtin.

Bi 4 KHK'yên hatine ragihandin, Komîsyona Lêkolînkirina Pêkanînên di OHAL'ê de hat ava kirin, 2 kanal hatin girtin, 367 kes ji kar hatin derxistin û 124 kesên ku ji kar hatibûn derxistin, vegerîyan ser karên xwe.

Biryarnameyên nû hatine hatine derxistin, dema desteserkirinê jî guherand ku êdî ew dem herî zêde dikare bibe 7 roj. Lê polîs û dozger, dikare dema kesên ji ber terorê hatine desteser kirin 7 rojên dîtir dirêj bike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku berî van KHK'yan di OHAL'ê de dema desteserkirinê heta 30 roj dikaribû bihata dirêj kirin.

XS
SM
MD
LG