Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Tomara Pêşî ya Vîrusa Korona Radigihîne


Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca
Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca

Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca tomara pêşî ya vîrusa korona ya li wî welatî hatiye tespîtkirin ragihand.

Koca da zanîn ku vîrusa korona di ser Ewrupa re derbazî Tirkîyê bûye û dîyar kir ku newxweş mêr e û ewê jiber berevanîya jîyana wî ya taybet derbarê wî pirtir agahî nedin.

Wî herwiha neda zanîn ku vîrusa korona ji kîjan welatê Ewrupa derbazî Tirkîyê bûye û bajarê nexweş lê eşkere nekir.

Berpirsên Tirkîyê jş hemwelatîyên xwe dixwazin ku heta ne pêwîst be ji welêt dernekevin û dibêjin ku kesên ji derve derbazî welêt dibin divê 14 rojan ji hindurê malê dernekevin.

XS
SM
MD
LG