Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca dîyar kir ku vîrusa korona li welatê wan heta niha 37 kes kuştine.
Fahrettîn Koca da zanîn ku hejmara pêketîyên vîrusa korona bûye 1529.
Hikûmeta Tirkîyê jiber rîska li ser kal û pîran bo kesên temenê wan ji 65an mezintir e qedexeya derketina derve ragihandibû.
Koca ji Twitterê bang li ciwanan jî kir ku dijî vîrusa korona baldar bin û li malên xwe bimînin.
Di daxuyanîya serê sibê de, Koca gotibû ku ewê 32,000 karmendên saxlemîyê yên nû bo kar bistînin.