Hikûmeta Tirkîyê jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona tedbîrên dijî vîrusa korona berfireh kirin.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna bi kabîneyê re, ku 4 saet dom kir, tedbîr û sînordarkirinên nû ragihandin.
Erdogan dîyar kir ku jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona ew neçar mane ku tedbîr û sînordarkirinên nû ragihînin.
Li gor tedbîrên nû, di nava hefteyê de di navbera 21:00 û 05:00 derketina derve dê qedexe be û bo dawîya hefteyê jî dê qedexe roja Înê di 21:00 de destpê bike û heta 05:00’ê Duşemê bidome.
Merasîmên binaxkirin û mehrbirînê dê bi 30 kesan werin sînordar kirin. Mewlûd û çalakîyên wek pîrozbahîyên bo sersalên dê qedexe bin. Hewzên avjenîyê, sauna, salonên masajê û salonan dê karên xwe rawestînin. Market, qesab û navendên din yên xwarinê dê di dawîya hefteyê de li gor biryarnameyeke nû xizmetê bidin.
Erdogan da zanîn ku ew qedexe û sînordarkirin dê roja Sêşemê bi şev destpê bikin.
Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Tirkîyê 638,847 kes bi vîrusa korona ketine û 13,746 kes bi wê mirine.