Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye bi Hejmara Pêketinên Vîrusa Korona Jinûve Rekora Xwe Dişkîne


Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê ragihand ku di 24 saetên dawî de 49,584 kes bi vîrusa korona ketine.

Ew ji destpêka pandemîya vîrusa korona vir ve hejmara herî bilind e.

Herî dawî di 4’ê Nîsanê de bi 44,756 pêketinan rekor hatibû şikandin.

Li gor agahîyên Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê, vîrusa korona di 24 saetên dawî de 211 kes kuştine.

Ew hejmar kêmî ya astên meha Berfanbarê ye, lê pispor dibêjin ku mirinên ji vîrusa korona çend hefteyan piştî zêdebûna pêketinan pirtir dibin.

Medya Tirkîyê radigihîne ku li hin nexweşxaneyên Stenbolê bo nexweşan cîh nemaye.

Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê dîyar dike ku li seranserê welêt rêjeya tijebûna cîhên çavdêrîya krîtîk ya nexweşxaneyan 66,5 ji sedê ye.

XS
SM
MD
LG