Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye ji Gulanê Vir ve Hejmara Herî Bilind ya Pêketinên Korona Tomar Dike


Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê roja Çarşemê 28,244 pêketinên vîrusa korona tomar kirin û bi wê qeydê ji 4’ê Gulanê vir ve hejmara herî bilind ya pêketinên rojane çêbû.

Tirkîyê roja Çarşemê 248 mirinên ji vîrusa korona tomar kirin.

Li gor tomarên cîhanî, Tirkîye bi zêdebûna rêjeya mirinên rojane ya ji Tîrmehê vir ve, di nav welatên Ewrupa û Rojhilata Navîn de yek ji welatên herî li pêş e.

Tirkîyê hefteya borî jinûve dest bi perwerdeya rûbirû kiribû ku wî welatî di mehên havînê de jimareke tedbîrên vîrusa korona sist kiribûn.

Enqere ji serê vê mehê vir ve ji mamosteyan testa PCR yan karta vaksînê dixwaze.

Herwiha bo hin çalakîyên gel jî testa PCR yan karta vaksînê tê xwestin.

XS
SM
MD
LG