Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye bi Hejmara Rojane ya Pêketinên Korona Rekorê Dişkîne


Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê ragihand ku di 24 saetên dawî de 68,413 kes bi vîrusa korona ketine.

Ew hejmar ji destpêka pandemîyê vir ve li Tirkîyê hejmara herî bilind e.

Jiber cureya vîrusa korona ya bi navê Omicronê li Tirkîyê jî wek welatên din hejmara pêketinan zêde bûye.

Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê da zanîn ku di 24 saetan de 156 kesan bi vîrusa korona canên xwe ji dest dane.

Omicron li Tirkîyê jî bûye cureya berbelavtir û hejmara pêketinan di hefteyekê de du qat zêde bûne.

Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca ji Twitterê bang li welatîyan kir ku nekevin nav qelebalixan.

Koca da zanîn ku divê welatî li mekanên girtî û li kafe û li restoranên maske nayên karanîn zêde nemînin.

Wî dîyar kir ku tedbîrên dijî vîrusa korona ji berê girîngtir bûne.

XS
SM
MD
LG