Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Partîya Memleket: Li Tirkiyê 40 Sale Ku Pirsgirêka Kurd Heye


Serokê Partîya Memleket Muharrem Înce

Pirsgirêka Kurd di nav sîyaseta Tirkiyê de tête gotûbêjkirin. Di vî warî de Serokê Giştî yê Partîya Memleket Muharrem Înce amaje kir ku li Tirkiyê 40 sale ku pirsgirêka Kurd heye û pêwîste bi rêya aşitîyane were çareserkirin.

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu di heftên borî de ragihandbû ku pirsgirêka Kurd heye û ewê li parlementoyê bi HDP’ê çareser bikin. Li ser daxûyanîyên Kiliçdaroglu jî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bersîva vîya dabû û angaşt kir ku pirsgirêka Kurd tunene û ewan mesele çareser kirîye.

Lê ev gengeşî di nav sîyaseta Tirkiyê de hêjî tê gotûbêjirin. Serokê Giştî yê Partîya Memleket Muharrem Înce jî beştarî vê gengeşîyê bû. Înce di vî warî de pirsa Dengê Amerîkayê bersîvan û wiha got:

“Xwazî bêjin pirsgirêka Kurd an jî bêjin pirsgirêka Başûrêrojhilat, çi dibêjin bêjin li Tirkiyê pirsgirêkeke wiha heye. 40 sale ku gengeşîyeke wiha didome. Ji bo vî jî çareserîya vê pirsgirêke pêwîst e. Ji bo çareserîyê tiştê herî girîng ewe ku li Amedê, li Culemergî hiqûqeke cûda, li Stenbolê li Edîrneyê hiqûqeqa cûda nabe. Emê di bin avanîyeke de bijîn. Di nav me de Rum, Kafkas, Arnavût, Gurcî, Boşnaq, Kurd, Elewî, Sûne, Şefîyî hene. Em hemû beşeke miletê Tirkin, em hemû endamê yek netewin.”

Muharrem Înce ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd jî hin rêbaza nîşan da. Înce di rêya çareserîyê de çek na, azadî, demokrasî û jiyaneke hevbeş pêşkêş kir. Di vê qonaxê de jî Încek hestê xwe wiha anî ziman “Em van pirsgirêkin xwe bi çek na, bi şer na, bi azadîyê, bi demokrasîyê, bi nîrxên gerdûnî dikarin çareser bikin. Jibo vî jî pêwîstîya Tirkiyê bi berberîbûnê nîne, ji hev cûdabûnên nîne; Tirkiye pêwîste aşitîyê çêke, aborîyê mezin bike û dabeşbûneke dadî pêk bîne. Em viya dixwazin”

Pirsgirêke Kurd êdî di navbera Îtifaqa Gel û Îtifaqa Milet de jî cûdatîyeke derxist holê. Partîyên ku di nav Îtifaqa Gel de cî digrin ew dibêjin pirgirêka Kurd nîne, lê yê ku opozîsyon in an jî di nav Îtifaqa Milet de cî digirin, ew jî hemûna pirsgirêka Kurd dipejirînin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:55 0:00

XS
SM
MD
LG