Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye Serokê Fransa Macron bi 'Populîzmê' Tawanbar Dike


Tirkîyê roja Pêncşemê Serokomarê Fransa Emmanuel Macron bi "populîzmê" tawanbar kir piştî belavkirina daxuyanîyên derbarê hukmê Osmanî li Cezayîrê ku wekî kolonyalîzm binav dike, ev jî bû sedema nerazîbûnên dîplomatîk.

Di konfranseke rojnamevanî de li Lviv, li Ukrayna ku niha bi serdanekê li wî welatîye, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu daxyunaiya Macron weke "populîst" û ya "Di asta herî xerab de" nirxand, wî zêde kir û got "Eger ew dixwaze ka çi tiştek heye ji me re bêje, bila li rû bi rû hemberî me bêje, ne li pişt me."

Ev nakokî derketin holê dema ku rojnameya Fransî "Le Monde" hefteya borî gotarek weşand ku danûstendinek di navbera Macron û bîst xortên ku dayik, bav û bapîrên wan beşdarî şerê serxwebûna Cezayirê (1954-1962) bûne vediguhêze.

Li gorî "Le Monde", Macron di vê hevdîtinê de nirxand ku rejîma Cezayîrê li ser bingeha "hebûnek bîranînê" ye, ev bo sedema turebûna Cezayir ku we bike balyozê xwe yê li Paris bang bike. Macron pirsî û got, gelo berî koloniya Fransî netewek bi navê Cezayir hebû? Pirse eve, îşaret bi "Kolonyalîzma berê," da.

Wî bi şêwazek tinazî lê zêde kir û got ku "ew meraq dike ku bibîne şiyana Tirkiyê ya ku mirovan bi tevahî jibîr dike rola ku li Cezayirê lîstiye û serdestiya ku wê dikir", van hemûyan bide jibîr kirin, armanc ji gotina Macron, karên serdema dewleta Osmanlî li Cezayirê bûn.

Gotinên Macron bûn sedema hêris bûna Tirkiyê jî, ku mijarên bîranînê (karên desthilata serdema Osmanliyan - Edîtor) pir hesas dibîne, dema ku Tirkiya Osmanlî sê sedsalan Cezayira îro kontrol kirbû.

Ev şerê li ser bîranînên dema borî di çarçovek berfireh ya aloziyên di navbera Tirkiye û Fransa dane, ku her du welat hevalbendên NATO’yê ne, lê di gelek mijaran de nakokiyên wan hene.

Têkiliyên her du welatan sala borî aloz û dijwar bûbûn, bi taybetî li hember paşeroja rewşa aloz ya li Lîbya û Sûriyê, ji bilî nakokiyên wan yên derbarê rojhilatê Deryaya Spî, û pirsgirêka Qibrisê. Heta ku giha wê astê ku serokomarê Tirkiyê gomanbariya xwe ya li hember "saxlemiya eqlê" Macron diyar kir û ew bi pêşengiya "Kempeyna neheziyê" ya li dij Îslamê tawanbar kir.

Lêbelê, di mehên dawîn de, her du welat gavên aramiyê avêtin, di nav wan de vegerandina welatiyekê Fransî bo Parîsê li sala borî ku li Tirkiyê ew bi tawana karê narkotîkê girtbû û tawanbar kirbû.

XS
SM
MD
LG