Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu îro Înê ragihand ku krîza Ukraynayê her ku diçe xirabtir dibe û divê rê neyê dayîn ku rewş aloztir bibe.
Çavuşoglu da zanîn ku Tirkîye wê qada xwe ya esmanî vekirî bihêle.
Çavuşoglu piştî civîna NATO'yê li Brukselê got ku Tirkîye û Rûsya di asta leşkerî de di têkilîyê de ne da ku keştîyên Tirk bikaribin bi ewlehî ji benderên li Deryaya Reş vegerin.
Wî herwiha eşkere kir ku Tirkîye dixwaze di hefteya pêş de wezîrên derve yên Rûsî û Ukraynî di foruma dîplomasîyê ya li Tirkîyê bîne ba hevdu.