Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Alî Yerlîkaya îro Duşemê ragihand ku li 2 bajaran dijî “rêxistina terorê ya cudaxwaz” ewlekarîyê de 20 kes hatine desteserkirin û got ku di nav de rêvebir û endamên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) hene.
“Li Stenbol û Kirklarelî di operasyonên hevdem yên dijî ‘rêxistina terorê ya cudaxwaz’ de, li 26 navnîşanên cuda 20 kes hatin desteser kirin,“ Yerlîkaya ji ser X got.
Yerlîkaya kesên hatine desteser kirin bi berhevkirina alîkarîya bo endamên rêxistinê yên girtî û peydakirina malên ewle bo endamên rêxistinê tawanbar kir.
Wezîrê Tirk dîyar kir ku rêveber û endamên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) di nav kes kesên hatine desteser kirin de hene.
Wî anî ziman ku operasyonên wan yên wiha wê berdewam bike heya ku nefesa terorîst û hevkarên wan têk bibin.
“Bi dua û piştgirîya gelê me yê ezîz, heya ku terorîstê dawîn were bê bandor kirin wê têkoşîna me bi biryar bidome,“ Yerlîkaya got.
Şaxê Stenbol ya HDP’ê bi daxuyanîye ser X’ê ragihand ku gelek rêvebir û endamên partîya wan, Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) bi rengekî dij hiqûqî hatine desteser kirin.
HDP, operasyonên wezareta navxweyî wek operasyonên qirkirina sîyasî bi nav kir û got ku wê paş de gav neavêjin.
“Ev operasyonên qirkirina sîyasî operasyoneke perception-algı ye. Bi givaştin, desteserkirin û tundîyê hûnê nikaribin ku bi me paş de gav bidin avêtin,“ HDP’ê got.
Hat ragihand ku hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Eyyub Subaşi jî di nav de gelek kes ji sazîyên sîvîl û sazî û dezgehên Kurdan hatine dester kirin.
12 Sazî û dezgehên zimanê Kurdî bi daxuyanîyeke hevpar bertek nîşanî operasyonên desteserkirinê dan û gotin ku “Emê serî netewînin."
"Vê sibehê di operasyoneke neyarane de hevserokê komeleya me, Eyyub Subaşi jî di nav de gelek kes ji sazîyên sîvîl û sazî û dezgehên kurdan, bi awayekî bêhiqûq hatin destgîrkirin. Em vê êrişê û manîpulasyona ku pê re tê kirin, bi tundî şermezar dikin. Emê serê xwe li ber we netewînin!"
Di daxuyanî de desterkirinên mîna qirkirina siyasî ya ne nû hat pênase kirin û hat destnîşan kirin ku her tim saziyên zimên û siyasî, xebatên sazî û dezgehên Kurdan têne armanc kirin.
" Ji avabûna Komara Tirkîyê heya îro geh bi asîmîlasyonê, geh bi girtina sazî û dezgehan û geh jî bi qirkirinên siyasî hedef her bûye saziyên zimên û siyasî, xebatên sazî û dezgehên Kurdan û axirî bûye gelê kurd. Hincet û senaryo guherîne, lê qedexe, binçavkirin, girtin û kuştin ti carî neguherinê. Wek saziyên zimên, em jî vê qirkirinê parçeyekî ji polîtîkaya dewleta Tirk ya sed salan dibînin û banga hestiyarî û xwedîlêderketinê di serî de li gelê kurd û pê re jî li hemû sazî û derdorên demokratîk dikin ku li hemberî van hêrîşan bêdeng nemînin.
12 sazîyan bi berdewamî banga berdana demûdest ya kesên desteserkirî û wê ji her demê bêhtir xwedî li destketîyên gelê Kurd derkevin
“Em ji berpirsên van kiryarên neheq re dibêjin, hemû hevalên me derhal serbest berdin û wekî hemû zext, tundî û hêrîşên li gelê Kurd hatî kirin, ev jî pûç in û dê me û hevalên me ji rêya azadî û wekheviyê dûr nexin û em ê ji her demê bêhtir xwedî li vê têkoşînê û destkeftiyên gelê kurd derkevin!"
Jî alîyê din ve HDP, Partîya Çep ya Kesk (YSP) û sazîyên sivîl bo şermezarkirina desterskirinên îro, xwestin ku li ber avahîya xwe ya Stenbolê xwepêşandanke dar bixin.
Lê, hezên ewlehîyê destûr nedan wê xwepêşandanê û gelek kes desteser kirin.
HDP’ê ragihand ku 10 revebir û endamên wan bi êşkenckirinê alîyê hezên ewlehîyê hatine girtin.
Herwiha HDP’ê bi dîmenên ser hesabê xwe yê medya civakî da zankîn ku tewî avahîya wan di bin dorpêça hezên ewlehîyê de jî ew çalakîyê di nava avahîya xwe de didomînin.
Li gor ragihandinên komelayên hiqûqzan û parêzeran, 20 kesên desteserkirî hatine birinê navenda ewlekarîyê ya Stenbolê.
Hat ragihandin ku dozgerîyê di derbarê lêpirsînê de biryara "nepenîtiyê" wergirtiye û dibe ku jimara desterkirinan zêde bibe.
Ji alîyê parêzeran ragihand ku hevdîtina kesên desteserkirî bi parêzeran re bo 24 etan hatiye qedexekirin.