Alîkarê Serokê Tirkîyê Fuat Oktay îro Duşemê daxuyanîyên seroka Civata Nûneran ya Kongresa Amerîka Nancy Pelosi yên li Ermenistanê bi rengekî tund rexne kir.
Oktay daxuyanîyên Nancy Pelosi wek ji rastîyan û nêta baş dûr û herwiha yekalî bi nav kir.
"Daxuyanîyên Seroka Civata Nûneran ya Amerîka Nancy Pelosi yên di serdana wê ya Ermenistanê de qet nayên qebûlkirin, jiber ku bi rastîyên dîrokî û rojane re li hev nayên, bi tevahî ji nêta baş dûr in, nêrîneke alîgir ya yekalî nîşan didin û hewldanên dîplomatîk sabote dikin, " Oktay got.
Oktay di peyama xwe ya ser medya civakî de dîyar kir ku ew bang li hemû aliyên navneteweyî dike ku bi awayekî dadmendî, aqilane û bi berpirsyarî tevbigerin.
"Di demekê de ku pêwîstî bi aştî û aramîya mayînde ya li herêmê heye, ez bang li hemû alîyên navneteweyî dikim ku bi awayekî dadmendî, bi aqilane û berîya her tiştî bi berpirsyarî tevbigerin" Oktay got.
Wî bi berdewamî bang Revebirîya Biden kir eşkere bike ka daxuyanîyên Pelosi helwesta fermî ya Washingtonê nîşan dide yan na.
"Divê rêvebirîya Qesra Sipî zelal bike, ka gotarên Pelosi û çend siyasetvanên piştgirîya lobîyê bi wê re, yên ku bi eşkere bo dengên dîyaspora Ermenî dixebitin, di mijara Qerebaxê de nêrîna fermî ya Amerîka nîşan dide yan na, " Oktay got.
Alîkarê Erdogan herî dawî piştgirîya Tirkîyê ya bo Azarbeycanê dubare kir.
"Emê sekna xwe ya bi biryar ligel Azerbaycana Can bidomînin, ku 30 sal in bo azadkirina welatê ku bi neheqî û bêhiqûqî hatiye dagirkirin têkoşînê dike," Oktay got.
Hêjayê gotinê ye ku Pelosi di dawîya vê hefteyê de serdana Ermenîstanê kir, wek pêşandaneke bêhempa ya piştgirîya Amerîka ya bo wî welatî, ku ev zêdetirî sî salan e ku bi cîranê xwe Azerbeycanê re ser herêma veqetandî ya Nagorno-Karabaxê di nav nakokîyê de ye.
Tirkîye Daxuyanîyên Nancy Pelosi yên li Ermanistanê Rexne Dike