Wezîrê Enerjî yê Tirkîyê Alparslan Bayraktar îro Duşemê dîyar kir ku Tirkîyê wê vê hefteyê xeta petrol xaw ya Îraqê (Kerkûk-Ceyhanê) jinûve veke, ya ku nêzî 6 meh in rawestandîye.
"Piştî ku jinûve dest bi kar bike, di nava vê hefteyê de emê dest bi xebitandina xeta petrol ya Îraq û Tirkîyê bikin. Bi saya vê xetê wê bo bazarên cîhanê qasî nîv mîlyon bermîl were peyda kirin," Bayraktar got.
Tirkîyê, 6 meh berê di 25’ê Adarê de xeta xwe ya petrolê bo derfirotina petrol Herama Kurdistana Îraqê rawestand, piştî ku Dadgeha Bazirganî ya Navnetewî (ICC) ya li Swîsre, ferman dabû Enqerê.
ICC di biryarê de gotibû ku Enqerê bi peydakirina derfirotina petrol ya bêdestûra Bexdayê, ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, di navbera 2014 û 2018an de zarar daye Îraqê.
Dadgehê herwiha biryar dabû ku Tirkîye 950 mîlyon dolar deyndarî Îraqê ye.
Dadgeha Navbeynkarîyê ya Parîsê piştî serlêdana Îraqê di Adara 2023’an de 1.5 milyar dolar ceza dabû Tirkîyê, lê Enqerê ew ceza heya niha nedaye Bexdayê.
Îraqê di Nîsanê de li dadgeha federal ya Amerîka dozek dijî Tirkîyê vekiribû ku biryara cezayê dayîna bi 1.5 mîlyar dolarî bi cih bîne.
Enqerê bo "betalkirina dozê" serî Dadgeha Navbeynkariyê ya Navneteweyî ya Parîsê da û bo zarara xwe daxwaza tazmînatê kir.
Piştre, Bexda û Enqere hevbîr bûn lu li bendê raporta ser nirxandina rewşa xeta petrol bimînin, ya ku ji heremeke erdhê derbaz dibe, da ku veguhestin jinûve destpê bike, û hevdem heya biryara qanûnî jî dîde li ser biryarên hakemê.
Bayraktar di 15 Îlonê de gotibû ku xeta petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê jiber erdheja 6’ê Sibatê û piştre jî jiber lehîyê zarar ditîbû, lê nûvekirina xetê temam bûye ku ji sedî 0.5’ê peydakirina peydakirina xav ya cîhanî pêk tîne.
Wezîrê Tirk Bayraktar îro li civîneke enerjî ya li Abû Dabî de ragihand ku ew kêşe çareser bûye, lê wî hûrgilîyên öareserîyê eşkere nekir.
Wî bi berdewamî anî ziman ku Tirkîye bo petrol û gazê rêyeke pêbawer ya veguhestinê ye.
Herêma Kurdistanê berîya girtina xeta petrolê rojane 450 hezar bermîlên xav difrot ku ji sedî 10’ê derfirotina giştî ya Îraqê û ji sedî 0.5’ ê bazara cîhanî ye.
Li gor hesabkirina gelek pisporan, Herêma Kurdistanê ji 25’ê Adarê ve nêzî 30 mîlyon dolar zarar dîtiye, ku ji sedî 80’ê ya budceya wê girêdayî dahata derfirotina petrolê ye.