Wezîrê Enerjîyê yê Tirkîyê Fatîh Donmez îro Çarşemê pêşnîyara Serokê Rûsya Vladimir Putin ya damezrandina navenda gaza xwezayî ya Ewrupa li Tirkîyê nirxand.
Fatîh Donmez dîyar kir ku hîn zû ye ku ew ser pêşnîyara şîrove bike, lê wî bi berdewamî got ku divê ev mijar were gotûbêj kirin.
Di konferansa Hefteya Enerjîyê ya Rûsya ya li Moskowê de, Putin û Serokê Gazprom (GAZP.MM) Alexey Miller, pêşnîyara avakirina navendeke gaza xwezayî ya ya li Tirkîyê kirin.
Putin ragihand ku Rûsya dikare kelûpelên bo xetên borîyên Nord Stream yên zarar dîtine ser Derya Reş jinûve ava bikin da ku navendek li Tirkîyê navendeke were damezrandin, yan jî ew dikarin beşa saxlem ya Nord Stream 2 bikar bînin ku gazê ji ser Tirkîyê bişînin ji welatên Yekîtîya Ewrupa (YE) re.
Donmez dîyar kir ku cara ewil e ku ew vê pêşniyara Rûsya dibihîzin û got ku bo nirxandinê hê zû ye.
"Pêdivîye ku bo projeyên wiha yên navneteweyî nirxandinên pêş werin kirin. Divê alîyên bazirganî werin nîqaşkirin. "
Tirkîye, ku endama NATO ye, bi rexnekirina êrîşa Rûsya û şandina dronan ji Ukrayna re hewil dide ku di navbera Moskow û Kievê de hevsengîyê çêke.
Tirkîye hevdem dijî toleyên Rojavayî yên ser Moskowê ye û di warê enerjî, bazirganî, turîzm û kirîn, firotinê de her du welat hevkarîyê didomînin.
Lê, Enqere û Moskow li ser rewşa li Sûriye, Lîbya û Azerbeycanê lihev nakin.
Tirkîye, bi Neteweyên Yekbûyî re navbeynkarîya peymana Tîrmehê kiribû ku rê li ber derxistina dan û dexilê Ukraynî ji benderên wê yên Derya Reş vekiribû.