Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Rikeberîya Tirkîyê Erkdarkirina Qeyuman Rexne Dike


Serokê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ser qeyumên bo bajarvanîyên Partîya Demokratîk ya Gel (HDP) hatine erkdarkirin axifî.

Kiliçdaroglu dîyar kir ku erkdarkirina qeyuman ‘’li ser îradeya gel darbeyek e.’’

‘’Hûn bajarvanên partîyeke hûn naecibînin ji kar dûr dixin, qeyuman erkdar dikin. Hemwelatîyan bo çi deng dan? We bo çi sindoq li wir danîn?’’ Kiliçdaroglu got.

Kiliçdaroglu da zanîn ku divê bo hemî partîyan demokrasî hebe.

Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê heta niha dest danîye 24 şaredarîyên HDP’ê.

XS
SM
MD
LG