Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgehkirina Rojnamevan Kenan Kirkaya li Tirkiyê Didome


Hejmarek Rojanevan li hmeber avahiyê dadgeha Stenbolê.
Hejmarek Rojanevan li hmeber avahiyê dadgeha Stenbolê.

Dadgeha Enqerê Dixwaze Pirtûka Rojnamevan Kenan Kirkaya Ya Bi Kurdî Bişewitîne

Li gorî raporên rêxistinên rojnamevanan li Tirkiyê gelek rojnamevan hatine girtin û ji wana gelek jî girtî nebin jî têne darizandin.

Yên ku li derve ne û dadgehkirina wan tê domkirin, yek jî rojnamevan Kenan Kirkaya ye. Kirkaya 5 sal berê bi operasyonekê hatibû binçavkerin û dura jî hatibû berdan. Lê darizandina wî heta niha jî didome.

Rojnamevan Kenan Kirkaya
Rojnamevan Kenan Kirkaya

Rojnamevan Kirkaya gava vê darizandinê dinîrxîne, dide xuyakirin ku doza wî erênî an jî neyînî nayê encamdan. Ew vê pêvajoyê wiha radigîhîne, "Di sala 2021 an de li Stenbolê taxa Beşîktaşê teqînek pêk hatibû. Wê demê li tevahîya Tirkiyê nêzikî 900 kes hatinbûn binçavkirin, li Enqerê jî 12 kes hatbûn girin, di nava girtiyan de yek jê ez bûm. Sedema girtinê jî bi endamtîya rêxistinê bû. Piştî demekê ez serbest hatim berdan lê doz heta niha jî erênî an jî neyînî nehatîye dayîn."

Lê di vê darizandinê de tiştekî balkêş, pêşnûmeya pirtûka rojnamevan Kirkaya jî ji alîyê Dedgeha Cezaya Giran ya 4’emîn ya Enqerê tê darizandin. Di demên borî de Kirkaya daxwaza pêşnûmeya pirtûkê dike lê dadgeh bersîveke balkêş dide. Kirkaya vê yekê jî wiha destnîşan dike, "Di dema binçavkirina min de hin ewraqê min jî li mal birin. Di nav vanan de yek jî pêşnûmeya roman min hebû ew jî birin. 2016 an vir de ev hê jî di destê wan de ye. Parêzvanên min ev pêşnûmaya romanê ji wan daxwaz kirin, lê ewan jî gotin ku darizandin berdewam dike, dibe ku di dawîya darizandinê de em vê pêşnûmeya pirtûkê bişewitînin û îmha bikin."

Rojnamevan Kirkaya radigîhîne ku dadgehê di wê têksta pirtûkê de ji sûcek nedîtîye. Ji ber vê jî wan gotine dadgehê yên di warê vêxistinê de jî him bê wate dibîne û him jî bi kêmasî û binpêkirina hiqûqê ve girê dide, wî got, "Temaşe bikin li Tirkiyê di sedsala 21’emîn de hêjî behsa vêxistina pirtûkan tête kirin. Di pirtûkê de sucek nedîtin lê mixabîn behsa vêxistinê dikin. Rastî jî jibo çi wiha dikin, min hîç wateya vê nedît."

Raporta Enqerê 17 10 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:39 0:00

XS
SM
MD
LG