Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozgerîya Tirkîyê bo Rojnamevana Girtî Sedef Kabaş 11 Sal Cezayê Girtîgehê Dixwaze


Rojnamevan Sedef Kabaş
Rojnamevan Sedef Kabaş

Medyaya Tirkîyê îro Înîyê ragihand ku belgeya tawanbarîyê ( îdaname) ya dijî rojnamevana girtî Sedef Karabaş hatiye amade kirin.

Di îdanameya ku ji hêla Ofîsa Medyayê ya Serdozgerîya Komarê ya Stenbolê ve hatiye amade kirin de, jibo rojnamevan Kabaş 11 sal cêzayê girtîgehê tê xwestin.

Rojnamevan Sedef Karabaş bi heqaretkirina serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan û du wezîrên hikûmeta wî - wezîrê karên navxweyî Suleyman Soylu û wezîrê veguhestinê Adil Karaîsmaîloglu - tê sûcdar kirin.

Kabaş bi sedema ku di bernameyeke nîqaşa sîyasî ya kanala televizyonê ya opozîsyonê ya bi navê Tele 1'ê de pêşgotineke anîbû ziman û herwiha piştre heman pêşgotin li ser Twitterê jî parve kiribû, 22'ê Rêbendanê de hatibû girtin.

Berpirsê ofîsa ragihandinê yê Erdogan û wezîrê dadê wek axaftina Kabaş wek gefa dijî Erdogan bi nav kiribûn û bi tundî rexne kiribûn.

Ji aliyê din ve, Koalîsyona Jinan ya Rojnamevanîyê (CFWIJ) û 37 rêxistinên azadîya ragihandinê û rojnamevanan yên ji çar alîyê cîhanê bi daxuyanîyeke hevpar bo berdana Sedef Kabaş bang li Tirkîyê kirin.

"Girtina bêbingeh ya rojnamevana navdar ji alîyê rêxistinên azadîya medyayê yên herêmî û navneteweyî û herwiha rêxistinên mafên mirovan û parêzerên azadîya medyayê ve rastî şermezarkirina berfireh hat," di daxuyanîyê de hat gotin.

Bi berdewamî hat destnîşan kirin ku "Lê, dîsa jî hikûmet û dadwerîya Tirkîyê bêrehm xuya dike û Sedef li girtîgehê dihêle."

Li Tirkîyê ji dema ku Erdogan, di 2014'an de piştî 11 salan serokwezîrtiyê kir, bû serokê welêt, bi deh hezaran kes bi tawana heqareta serokkamar hat darizandin û ceza kirin.

Li gor pêzanînên fermî, di navbera 2014 û 2020’an de, 160 hezar û 169 lêpirsînên bi vî rengî hatine kirin.
Herwiha, 35 hezar û 507 doz hatine vekirin û li 12 hezar û 881 kesan ceza hatiye birîn.

XS
SM
MD
LG