Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye û Rûsya dê Ser Sûrîyê Hilcivînekê Çêkin


Mevlut Çavuşoglu û Sergey Lavrov
Mevlut Çavuşoglu û Sergey Lavrov

Tirkîye û Rûsya, dê bi beşdarîya Almanya û Fransa li Stenbolê hilcivîneke ser Sûrîyê pêk bînin.

Wezareta Derve ya Rûsya ragihand ku Wezîrê Derve Sergey Lavrov û hevtayê wî yê Tikr Mevlut Çavuşoglu di hevdîtina îro Duşemê dê derbarê vê hilcivînê biaxifin.

Wezaretê dîyar kir ku dê hilcivîn di demeke nêz de çêbe. Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di dawîya Tîrmehê de dabû zanîn ku ewê hilcivîn di 7’ê Îlonê de pêk were.

Li ber e ku Lavrov di serdana Enqerê de, bi berpirsên Tirk re bi taybetî ser Îdlibê danûstandinan bike.

Artêşa Sûrîyê, bi piştgirîya Rûsya meha borî Dera û Kuneytra ji destê serhildayan derxistibû.

Serokê Sûrîyê Beşar Esad ji medya Rûs re dîyar kiribû Artêşa Sûrîyê dê berê xwe bide Îdlibê.

Li Îdlibê, ku wek navenda dawî ya serhildayan tê dîtin, bi qasî 2,5 mîlyon kes dijîn. Tirkîye jiber fikara koçberîya Sûrîyan dijî operasyona Îdlibê ye.

XS
SM
MD
LG