Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye bo Vekirina Korîdorekê bi Rûsya û Ukrayna re Danûstandinê Dike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Tirkîyê bo ji Ukrayna zad bikire dixwaze korîdorekê veke.

Reutersê ew agahî ji zarê karbidestekî payabilind yê Tirkîyê ragihand.

Wî karbidestê payabilind da zanîn ku Tirkîye bo vekirina korîdorê bi berpirsên Ukraynî û Rûs re danûstandinê dike.

Benderên Derya Reş yên Ukrayna, piştî Rûsya di 24’ê Sibatê de dest bi dagirkirina wî welatî kir hatine girtin û 20 mîlyon ton dexlê li wan benderan asê man.

Rûsya û Ukrayna di firotana zad li cîhanê di rêzên pêş de ne û jiber şer cîhan bi krîza xwarinê re rûbirû dimîne.

Karbidestên Tirk yê ku nexwest navê wî eşkere bibe, got ku Tirkîye bo ji Ukrayna zad bikire hem bi wî welatî re hem jî bi Rûsya re danûstandinê dike.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Andrei Rudenko do Çarşemê got ku ger welatên Rojava hin toleyên dijî Moskowê rakin ew dikarin korîdorekê vekin.

XS
SM
MD
LG