Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Karbidestên Tirkîyê Dê Ser Toleyên Dijî Rûsya Bicivin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dê bi wezîrên xwe re ser sîstema Mir ya Rûs danûstandinê bike.

Reutersê ji zarê du karbidestên Tirk dîyar kir ku Erdogan dê bi wezîr û şîretvanan re ser Mir û toleyên dijî Rûsya biaxife.

Medya Tirkîyê dîyar dike ku İş Bankası û Denizbank êdî karên girêdayî Mir nameşînin, lê bankên dewletê rê dide sîstema Mir.

Financial Times hefteya borî ji zarê karbidestên Amerîkî dabû zanîn ku rêvebirîya Washingtonê dê bala xwe bide ser bankên Tirkîyê yên girêdayî sîstema Mir.

Reuters dîyar dike ku Erdogan dê sibe Înê bi wezîr û şîretvanên aborî re kom bibe.

XS
SM
MD
LG