Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Tirkîyê: Serdozgerî Dê Îfadeyên 45 Xebatkarên Konsulxaneya Saudî ya Stenbolê Bigire


Karbidestekî ewlekarîyê li pêş Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê
Karbidestekî ewlekarîyê li pêş Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê

Ser lêpirsîna derbarê kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî, 5 xebatkarên Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê wek şahid derketin dadgehê.

Li gor medya Tirkîyê, Serdozgerîya Komarî ya Stenbolê dê îfadeyên 45 xebatkarên konsulxaneyê bistîne.

Roja Înê jî 20 xebatkarên konsulxaneyê, ku di nav wan de ajovanê konsolos jî hebû, beyan dabûn.

Xaşiqcî herî dawî di 2’ê Cotmehê de de ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Erebîstana Saudî berê îdiayên ser kuştina Xaşiqcî red kiribû, lê piştre dabû zanîn ku rojnamevanê Saudî li hindurê konsulxaneyê hatiye kuştin.

XS
SM
MD
LG