Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Tirkîyê bi Berdewamî Devera Sîdekan ya Herêma Kurdistanê Îraqê Bombebaran Dikin


Herema Sîdekan
Herema Sîdekan

Di vê demê de, çendîn care firokên cengê yên Tirkîyê herêma Sîdekan bombebaran dikin, lê ti ziyanek giyanî çê nebûye.

Tenê di hefteya borî de zêdetirî sê caran herêma Sîdekan ji alîyê firokên cengê yên Tirkîyê ve hatine bombe kirin, lê jiber ku ev herêmana ji mirovan hatine vala kirin, ziyanên mirovî rû nadin.

Îhsan Çelebî rêvebirê nahiya Sîdekan ji Dengê Amerîka re got ku "dengê bombe kirinê tê bihîstin, her navbeyin bombe kirin heye, piranî bombe kirin li gundê Mûxar, Bêrkime û Berbizin pêk tê û li nêzî gundê Derawî Sero û hêla Xwakûrk û herêmên nêzîkî sinorî Tirkîyê ne."

Herwiha wî got, îsal pevçûn çê nebûne, tenê dengê firokan bi berdewamî tê bihîstin, wek mînak dema ku gumana wan li cîhekî hebe ku PKK lê wê derê hene yan her cîhekî gumanbar be, tê bombe kirin.

Derbarê ziyanên ji wan êrîşan pêk tên de, Eskender Reşîd berpirsê tevgera Goran li Sîdekan ji Dengê Amerîka wiha got:

"Ew ciyên tên bombe kirin, çiyayê Berbizin, Hesarî Rûs, çiyayê Bolê û Gerwe Zîne."

Reşîd destnîşan kir ku niha demsala zivistanê ye befir li wan herêman heye, hatin û çûyîna xelkê ya li wan herêman nîne; jiber wê yekê ziyanên mirovî çê nebûnin. Ew herêm her hemî di bin kontrola şervanên Partiya Karkerên Kurdistan PKK'ê de ne, wek ku Eskender Reşîd dibêje.

Ji sedema bombe kirina firokên Tirkîyê ya herêma Sîdekan û navçeya Soran, ev demek e ku ziyanek mezin ya madî digehîje herêmê, hin caran jî mirov bûne qurbanîyên wan êrîşan.

Jiber wê yekê rûniştvanên herêmê berdewam daxwaz dikin ku êdî nebin qurbanîyên şer û pevçûnên li wê herêmê.

Hun dikarin tevahîya raportê li ser lînka jêr guhdar bikin.

Firokên Cengê yên Tirkîyê bi Berdewamî Herêma Sîdekan Bombebaran Dikin
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:05 0:00
XS
SM
MD
LG