Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye: Artêşa Sûrîyê Naçe Herêma Efrînê


Berdevkê Hikûmeta Tirkîyê Bekîr Bozdag dîyar kir rêvebirîya Sûrîyê nakeve Efrînê û nûçeyên ser vê mijarê derew in.

Bozdag da zanîn ku wan ji hêzên xwe yên ewlekarîyê agahî sitandine û leşkerên Artêşa Sûrîyê bi ti awayî naçin Efrînê.

‘’Eger gaveke wisa were avêtin ewê encamên wê cidî bin, hem bo Tirkîyê, hem bo Sûrîyê, hem jî bo herêmê’’ Bozdag got:

Kanala dewleta Sûrîyê dabû zanîn ku ewê hêzên Artêşa Sûrîyê di demeke nêz de herin Efrînê.

Şêwirmendê Rêvebirîya Xweser ya Kantona Cezîrê Bedran Çîyakurd ji Reuters’ê re ragihandibû ku hêzên Kurdan û rêvebirîya Şamê, bo ku Artêşa Sûrîyê here Efrînê li hev kirine.

XS
SM
MD
LG