Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Sêşemê ragihand ku Tirkîyê helwesta xwe ya dijî Rûsya nermtir kiriye.
Reutersê dîyar kir ku Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu daye zanîn ku bo ew bi Sûrîyê re dîyalogê çêkin ti şertê wan tune.
Çavuşoglu dîyar dike ku divê danûstandin li gor armancên wan çêbin.
Tirkîyê piştgirî da çekdarên opozîsyona Sûrî ku dixwestin Serokomarê Sûrîyê Beşar Esad ji desthilatê gêr bikin.
Peywendîyên dîplomatîk yên Tirkîyê û Sûrîyê ser piştgirîya bo rikeberîya Sûrî di sala 2011’an de qut bûn.
Hikûmeta Esad bi piştgirîya Rûsya çekdarên opozîsyonê heta rojavayê bakurê Sûrîyê gêr kirin.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di serê vê mehê de bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re civîya û da zanîn ku wî xwestiye ku Enqere bi Şamê re hevkarîyê bike.
Erdogan da zanîn ku ew dikarin hin koçberên Sûrî yên li Tirkîyê, ku hejmara wan 3,6 mîlyon e, vegerînin Sûrîyê û êrîş bibin ser bakurê Sûrîyê ku di bin kontrola şervanên Kurd de ye.
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Çavuşoglu dîyar kir ku divê koçberên Sûrî karibin vegerin Sûrîyê û divê li wî welatî terorîst nemînin.