Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan tedbîrên nû yên dijî vîrusa korona eşkere kirin.
Erdogan da zanîn ku dê ji saet 19:00 ya 29’ê Nîsanê heta 05:00 ya 17’yê Gulanê ‘’girtina tam’’ çêbe.
Wî dîyar kir ku dê di navbera 29’ê Nîsanê û 17’yê Gulanê de qedexeya derketina derve bê navber bidome.
Li gor tedbîrên nû dê hemî dibistan werin girtin û hemî ders bi awayekî onlayn werin dayîn.
Rêwîtîya di navbera bajaran de dê bi destûra taybet çêbe maşîne dê bi 50 ji sedê kapasîteya xwe bixebitin.
Marketên mezin dê roja Yekşemê girtî bin û dê di rojên din de jî bi awayekî sînordarkirî vekirî bin.
Erdogan dîyar kir ku ewê nehêlin ku tedbîr werin binpê kirin.
Serokomarê Tirkîyê da zanîn ku ew hewil didin ku hejmara rojane ya pêketinên vîrusa korona dakeve bin 5 hezarî.
Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê dide zanîn ku di 24 saetên dawî de 37,312 kes bi vîrusa korona ketine û 353 kes bi wê mirine.