Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Nû yê Parlamentoya Tirkîyê Bînalî Yildirim E


Bînalî Yildirim

Berbijarê serokê parlamentoyê yê Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) Bînalî Yildirim di gera sêyan de bi 335 deng hat hilbijartin.

Di parlamentoya Tirkîyê de 600 kursî hene û şerta gera yekê û gera duduyan sitandina 400 deng bû.

Di gera sêyê de şert daket piranîya nîvê kursîyên meclîsê, ku bi kêmî ve 301 deng e, û Yildirim bi 335 deng bi ser ket.

Berbijarê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Erdogan Toprak 135, ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş 63, yê Îyî Partî Hayrettin Nuhoglu 40 û yê Partîya Saadetê Cîhangîr Îslam 5 deng sitandin û 5 deng jî nehatin pejirandin.

Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) dabû zanîn ku ewê piştgirîya berbijarê AKP’ê bikin.

Ji 600 parlamenterên Tirkîyê, 584 beşdarî hilbijartina seroktîya parlamentoyê bûn.

Bînalî Yildirim, ku ji Îzmirê bo parlamenterîyê hat hilbijartin, hikûmeta berî vê de serokwezîr bû.

XS
SM
MD
LG