Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarîya Tirkîyê: Biryara YSK'ê Serketina Demokrasîyê Ye


Rêberê Ragihandinê yê Serokomarîya Tirkîyê Fahrettîn Altun ser biryara Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ya derbarê betalkirina hilbijartinên Stenbolê got ku ‘’serketina demokrasîya me ye’’

Altun ji ajansa AP’ê re dîyar kir ku YSK bi biryara betalkirina hilbijartina Stenbolê dixwaze ku ‘’encamên hilbijartinê, îradeya neteweyî rast nîşan bidin’’

YSK’ê do Duşemê biryar da ku hilbijartina Stenbolê di 23’yê Hezîranê de jinûve li dar keve.

Altun bang li hemî partîyan kir ku bo di 23’ê Hezîranê de heman tiştên 31’ê Adarê neqewimin tedbîrên xwe bistînin.

Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de li Stenbolê berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu bi ser ketibû, lê li ser daxwazên pêdaçûnan yên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP), YSK’ê ew hilbijartin betal kiribû.

XS
SM
MD
LG