Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye Lêgerînên li Rojhilatê Derya Naverast Berdewam Dike


Roja Pêncşemê Tirkiyê ragihand ku ewê legerînên xwe yên li gaz û çavkaniyên enerjiyê li rojhilatê ava derya naverast berdewam bikin.

Dihat çaverê kirin ku Tirkiye, îro Pêncşemê keştiya "Oruc Reis" ji herêmê vekişîne ya ku bi piştevaniya keştiyên cengê roja 10ê Tebaxê li herêma rojhilatê derya spî dest bi lêgerînan kirbû û roja Yekşemê li ber dawî li wan lêgerînan bîne, lê carek din biryara domkirinê dabû û ev bibû sedema derketina aloziyan ligel Yunanistana cîran û hevpara wê ya hevpeymaniya NATO.

Hêza deryayî ya Tirkiyê daxuyaniyek weşand û da zanîn ku keştiya Oruc Reis û keştiyên cengê yên ligel da dê heta 5 rojên din jî, berdewamiyê bidin çalakiyên xwe yên lêgerînan û heta roja Sêşema dahatî dê dom bikin.

Herwiha daxuyaniya hêzên deryaya Tirkiyî dibêje, ewê roja Sêşem û Çarşema li pêşiya me "manowira leşkerî" li bihavê xwe yê ava deryayî li kojbina bakurê rojhilatê derya naverast encam bidin.

Hulusi Akar wezîrê berevaniya Tirkiyê dibêje, şopên lêgerîna yedeka enerjiyê ne mijara şerê ligel Yunanistanê ye, lê ew dê derfeta hebûna çavkaniya enerjiyek mezin bo Ewrupa peyda bike ku hewcedarî Rûsya nebe.

Akar soz berdewamiya çalakiyên lêgerîna çavkaniyên enerjiyê da li rojhilatê derya naverast û got "Çendî ku pêdivî hebe ewê dom bikin." Herwiha Hulusi Akar got "Em di rijdîn ku berevaniyê ji mafên xwe bikîn."

Wezîrê derva yê Almanya Heiko Mass piştî ku serdana xwe ya neserkeftî bo Atîna û Enqerê vê hefteyê bidawî kir got"şertê pêşîn yê danûstandinên raste rast ewe ku herdu welat dest ji manowirên leşkerî li rojhilatê derya naverast berdin."

Herdu welatên endam di NATOyê da berdewamiyê didin manowirên xwe yên leşkerî û di hevirkiyê dane û aloziyên herdu welatan dom dikin ku ev alozî dê bibin sedema bêbehrbûna Ewrupa ji çavkaniyên mezin yên enerjiyê û têkdana rewşa Lîbya ya ku cengan wêrankirî.

XS
SM
MD
LG