Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye li Rojhilata Derya Sipî Jinûve Dest bi Lêgerînê Dike


FILE - A Turkish Navy frigate escorts Turkey's new drillship 'Conquerer' off the coast of Antalya, southern Turkey.
FILE - A Turkish Navy frigate escorts Turkey's new drillship 'Conquerer' off the coast of Antalya, southern Turkey.

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan îro Sêşemê ragihand ku ew piştî navbera du salan jinûve dest bi xebatên xwe yên sondajên hîdrokarbonê li rojhilata Derya Sipî dike.

Tayyîp Erdogan di merasîma şandina keştîya Abdulhamîd Hamîd ya lêgerîn û lêkolîna çavkanîyên enerjîyê de, li bajarê Mersînê axifî.

Wî dîyar kir ku keştiya lêkolînê ya çaran ya Tirkîyê Abdulhamîd Han, wê 55 km dûrî herêma Gazîpaşa ya li başûrê Antalya kar bike.

Erdogan anî ziman ku keştîya Tirkîyê ya nû ya sondajê wê li derveyî avên ku Qibris jî serwerîyê îdia dike, bixebite.

"Lêkolîn û xebatên sondajê yên ku em li Derya Sipî dimeşînin di nav axa me ya serwer de ne. Jibo vê yekê ne hewce ye ku em ji kesî destûr an jî razîbûnê bistînin," Erdogan got.


Serokê Tirk ragihand ku dibe hin alî bi pêbawerîya bav û kalên xwe yên pişta xwe dane, dijî me derkevin, lê ewê serê xwe li dîwêr bixin û bên hişê wan sere wan.

“Ne pêlîstok û ne jî yên ku benên wan di destên xwe de digirin wê nikaribin mafême yê li Derya Sipî ji destên me bigirin. ya rast a me ye Emê xebatê xwe berdewam bikin. Em amade ne ku bi her kesê ku piştgiriyê dide xebatên me, pêşve biçin," Erdogan got.

Wî bi berdewamî got ku kesên ku dixwazin Tirkîyê yên navneteweyî hatine garantîkirin, bi derewan paşgoh bikin we Tirkîyê ji qirika wan de derbaz nebe jiber ku ew pir mezin e.

“Me dudilî nekiriye, dema pêwîst bike emê di şerê diran û neynûkê de dudilî nebin. Yê ku bi me re dimeşe wê bi ser bikeve. Kî li hemberî me bimeşe wê winda bike," Erdogan got.

Berdevikê hikûmeta Yunanistanê Giannis Oikonomou îro ragihand ku Atîna bi baldarî çavdêrîya rewşê dike.

"Pêdivî ye ku em hişyar bin. Em hertim tiştê ku divê em bikin, dikin; jibo aramîya li herêma xwe û bo berevanîya temamî ya qanûnên navneteweyî û mafên xwe yên serwerîyê," Oikonomou got.

Ragihandina Tirkîyê ya îro di di demekê de hat ku alozîyên demdirêj yên Tirkîye û Yunanistanê de dîsa zêde bûne.

Erdogan Atînayê bi çekdarkirina giravên li derya Egeyê tawanbar dike ku xwedîyê statuyeke bêçekdar in. Lê, Atîna vê yekê red dike.

Enqere dibêje ku keştîya Abdulhamîd Han ya 238 metre, keştîya herî mezin û pêşkeftî ya fîloya wê ya lêkolîn û lêgerînê ye. Ew dikare di kûrahîya heya ji 12 hezar metreyan zêdetir de kar bike.

Tirkîye zêdetirî 2 salane ye ku keştîyeke sondajê neşandiye rojhilata Derya Sipî, ji dema ku keştîya sondajê ya Yavuz di Îlona 2020’an de ji avên bi pirsgirêk vekişîya.

Keştîyên sondajê yên Yavuz, Fatîh û Kanûnî yên li Derya Reş dixebitin ku Tirkîyê heya niha 540 milyar metrekup gaza xwezayî keşf kiriye.

Tirkîye di qada enerjîyê hema hema bi tevahî girêdayî derkirînê ye û bi bilindbûna buhayên enerjiyê yên cîhanî hesabên hikûmeta Erdogan dixe dijwarîyê.

Kişfên gaza xwezayî yên li rojhilata Derya Sipî, di deh salên borî de ev herêm bo Ewropa kir çavkanîyekî enerjîya alternatîf ya girîng yê, lê hevdem di navbera welatên cîran yên herêmê de ser mafên çavkanîyan de pirsgirîkên berbiçav jî derxist hole.

XS
SM
MD
LG